Amerîka: Hejmara Iraqiyên Kampa Holê daket 5 hezaran
PeyamaKurd - Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowskî eşkere kir ku hejmara iraqiyên li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê mane daketiye 5 hezar kesan.
Balyoza Amerîkayê Romanowskî, herwiha diyar kir ku ew bi hikûmeta Iraqê û saziyên nehikûmî re ji bo vegerandina penaberên Iraqê yên kampa Holê bi awayekî tendurist berdewam kar dikin.
Hêjayî gotinê ye, Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimaniya Iraqê Qasim Arecî meha borî ragihandibû ku hezar û 924 malbatên iraqî ji kampa Holê ji bo warên xwe yê Iraqê hatine vegerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin