'Amerîka hewl dide di navbera Tirkiye û Kurdan de rola navbeynkariyê bilîze'

23 May 2019 17:03 0 dîtin
'Amerîka hewl dide di navbera Tirkiye û Kurdan de rola navbeynkariyê bilîze'

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey di rûniştandina Kongreya Amerîkayê de stratejiya Amerîka ya li Sûriyê eşkere kir.

James Jeffrey diyar kir ku ew hêzên xwe yên hewayî ji Sûriyê venakişînin û wiha got: “Em hewl didin roleke navbeynkar di navbera HSDê û Tirkiyê de bilîzin da ku asta nakokiyê mezin nebe.”

James Jeffrey bal kişand ser çareserkirina krîza li Sûriyê û destnîşan kir, Washington çareseriyeke ku Esad kuştina gelê xwe dewam bike qebûl nake.

‘ME TI CARÎ NEGOTIYE EMÊ HÊZÊN HEWAYÎ JI SÛRIYÊ VEKIŞÎNIN’

Jeffrey derbarê vekişandina hêzên Amerîka yên hewayî ji Sûriyê diyar kir: “Me ti carî behsa vekişîna hêzên xwe yên hewayî ji Sûriyê nekiriye. Me negot em ê hêzên xwe yên hewayî yên ku bakur û rojhilatê welêt diparêzin bikişînin. Me baweriya xwe winda nekir û em bi hevalbendên xwe HSD re di rewşeke baş de ne.”

‘EM HEWL DIDIN ROLEKE NAVBEYNKAR DI NAVBERA HSD Û TIRKIYÊ DE BILÎZIN’

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê da zanîn ku ew hewl didin roleke navbeynkar di navbera HSDê û Tirkiyê de bilîzin da ku asta nakokiyê mezin nebe û axaftina xwe wiha domand:

“Em metirsiyên Tirkan di ber çavan re derbas dikin lê em ê ewlehiya hevalbendên xwe biparêzin.”

‘ARMANCA HEBÛNA ME YA SÛRIYÊ RÊGIRTINA VEGERA DAIŞÊ YE’

Jeffrey da xuyakirin ku ‘armanca Amerîka ya li Sûriyê tunekirina DAIŞê, rêgirtina li pêşiya vegera wê û derxistina hêzên Îranî ji Sûriyê û vedîtina çareseriyek siyasî ye.’

James Jeffrey herwiha derbarê şerê li Idlibê diqewime jî Rûsya û Tirkiye tawanbar kir.