Amerîka ji Iraqê daxwaza parastina karmend û dîplomatên xwe dike

08 December 2023 15:22 0 dîtin
Amerîka ji Iraqê daxwaza parastina karmend û dîplomatên xwe dike

PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dike ku karmend û dezgehên diplomasî biparêz in.

Piştî ku serê vê sibehê êrîşî balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê hat kirin, Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ragehand ku, wê êrîşê çi zirarên canî nebûne û daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kir ku şandiyên diplomasî û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê biparêze.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê got, “Em careke din daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dikin ku her tiştekê di şiyana xwe de ji bo parastina tîm û şandiyên diplomasî bike”.

Dîsa hat ragihandin ku mafê wan e hemî rêyan ji bo parastina xwe li her cihekî cîhanê bidin ber xwe.

Çend çavkaniyên ewlehiyê parve kiriye ku, serê sibeha îro ( di 8ê Berfembara 2023an de) çend moşek li nêzî balyozxaneya Amerîkayê li Devera Kesk a Bexdayê keftine xwarê.

Wan çavkaniyên ewlehiyê behsa wê yekê jî kiriye ku, piştî arastekirina moşekan, zenga haydarkirinê li derdora balyozxaneya Amerîkayê û li nav balyozxaneyê bi xwe jî hatiye çalakkirin.

Dîsa bal hatiye kişandin ku çend moşek bi balyozxaneyê jî keftine û rewşa ji nişkê ve hatiye ragehandin.

Heta niha çi kom û aliyan berpirsatiya xwe ji êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê ranegehandiye.