Amerîka li endamtiya Sirbîstanê ya NATOyê erênî dinihêre

18 April 2022 00:59 0 dîtin
Amerîka li endamtiya Sirbîstanê ya NATOyê erênî dinihêre

PeyamaKurd-Balyozê Amerîkayê yê Sirbîstanê Christopher Hill da zanîn ku heger Sirbîstan bixwaze bibe endamê NATOyê, ew ê piştgiriyê bikin.

Christopher Hill di konferansa ‘Cihê Sirbîstanê Ya Nav Civaka Ewropa-Atlantîkê’ de axivî û got ku haya me ji têkiliyên me û Sirbîstanê yên xweş jî û ji yên dijwar jî heye û neyeta me heye em li ser van têkiliyan, hin têkiliyên din jî zêde bikin.

Balyozê Amerîkayê da zanîn ku diyarkirina pêdiviyên ewlehiya xwemalî, li ser Sirbîstan û xelkê Sirbîstanê maye; Hill bi berdewamî got; ‘em amade ne piştgiriya hedefên Sirbîstanê bikin lê divê Sirbîstan jî xwe biwezîne bê ka di pêşerojê de wekî endamê NATOyê dê ji bo xwe çi bi dest bixe. Christopher Hill ragihand ku ew piştgiriya daxwaza Sirbîstanê ya tevlîbûna Neteweyên Yekbûyî jî dikin.