Amerîka: Me bi awayekî eskere Tirkiye hisyar kir, em dê mueyîdeyan bisepînin
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku eger Tirkiye ji Rûsyayê pergalên parastina moşekî S-400an bikire ew dê mueyîdeyan li Tirkiyê bisepîne.
Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê Robert Palladino di civîneke rojnemevaniyê de li ser mijara kirîna S-400an axivî û teqez kir ku derbarê kirîna pergalên hewaya esmanî S-400an da fikra Amerîkayê neguheriye.
Robert Palladino anî ziman ku wan ji dêvla S-400an Patriot û pergalên din ên parastinê pêşniyar kirine û wiha pê de çû, “Me bi awayekî eşkere hişyarî da Tirkiyê ku ger ji Rûsyayê pergalaS-400î bikire, em dê beşdariya wê ya bernameya balafirên F-35an ji nû ve binirxînin û dê ev yek bibe sedem ku di siberojê de şandina çekên din jî bê rawestandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin