Sedir bi awayekî tund hisyaryan dide Amerîkayê

12 November 2019 14:28 0 dîtin
Sedir bi awayekî tund hisyaryan dide Amerîkayê

PeyamaKurd - Serokê Tevgera Serdir, Muqteda Sedir ragihand, ew rê nadin ku Amerîka siwarî pêlên nerazîtiyên Iraqê bibe û wî welatî weke Sûriyê bike qadeke din a hevrikiyan.

Muqteda es Sedir di parvekirina xwe ya li ser Twitterê de Amerîka wekî ‘dagîrker’ bi nav kir û ew tometbar kir ku gendelkar birine nav desthilata Iraqê de.

Serokê Tevgera Sedir dibêje, wan daxwaza hilbijartinên pêşwext kiriye, lê eger ew hilbijartin bi serpereştiya Amerîkayê be, ew bêdeng nemînin û rê nadin Amerîka siwarî pêlên xwepêşandan û nerazîbûnên li Iraqê bibe. 

Sedir herwiha tekez dike, ku eger careke din Amerîka mudaxeleyên bike, ew dê bibe dawiya wê û bi riya xwepêşandanên milyonî ew dê rasterast fermana derketina Amerîkiyan bidin.

Gelê Iraqê zêdetirî 40 rojan li çendîn bajar û navçeyên Iraqê ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya ximetguzariyan protetoyan li dar dixin û çalakiyan birêve dibin. Li gorî Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê, 301 kes ji xwepêşanderan hatine kuştin û zêdetir ji 15 hezar kesan jî birîndar bûne.