Amerîka: Me ji bo parçeyên F-35an alternatîfên Tirkiyê peyde kirine

14 November 2019 20:05 0 dîtin
Amerîka: Me ji bo parçeyên F-35an alternatîfên Tirkiyê peyde kirine

PeyamaKurd – Li demeke ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo başkirina têkiliyan civiyan, mijara sepandina dorpêçan bo kirîna S-400ên Rûsî hîn li ser maseyê ye ku Tirkiye ji ber wê ji bernameya balifirên F-35an hatibû derxistin. 

Birêveberê Bernameya F-35an Korgeneral Eric Fick, dema hevdîtina Trump-Erdogan ji senatoran re ragihand ku wan alternatîfên Tirkiyê yên hilberandina parçeyên F-35an peyde kirine ku salek zêdetir e li ser dixebitin.

Fick ji senatoran re diyar kiriye ku ti pirsgirêk di parçeyên F-35an de çênabin û gotiye, “Ev saleke em bêdeng û bi zanebûn li ser hilberînerên parçeyên F-35an (yên Tirkiye çêdike) ketin tevgerê û me peyde kirin. Niha ji bo 12 parçeyên din lêgerîn berdewam dike.”

Fermandarê Amerîkî herwiha ragihandiye ku ew hêvî dike Tirkiye Adara 2020an bi fermî ji bernameya F-35an bê derxistin.

Hêjayî gotinê ye, mijara kirîna sîstemên berevaniya esmanî yên Rûsî S-400an hîn di navbera Amerîka-NATO û Tirkiyê de nehatiye çareserkirin ku tê xwestin Tirkiye wan sîsteman bikar neyîne.

Di serdana Erdogan a Amerîkayê de jî diyar bû ku hîn ti çareseriyek di wê mijarê de nehatiye dîtin.