Amerîka nehist balafirên Rûsyayê nêzî Alaskayê bibin

21 May 2019 23:38 0 dîtin
Amerîka nehist balafirên Rûsyayê nêzî Alaskayê bibin

PeyamaKurd- Amerîka ragihand ku do bi balafirên F-22 nehiştiya ku 4 balafirên Rûsyayê yên bombebaranê û 2 jetên şer xwe nêzî Alsakayê bikin. Ragihandina nûçeyê di ser hesabê twitterê yê fermandariya bakûrê Amerîka (NORAD) de hat kirin û weha got:

“Balafirên şer yên NORAD ê, di 20 ê gulanê de, balafirên menzîldirêj yên bobardimanê yên Rûsyayê ketine nav herêma perastina teşxîsê û balafirên me pêşî li balafirên Rûsyayê girtine.”

Balafirên Rûsyayê yên ku pêşî li wan hatine girtin,4 ji wan tîpa Tu-95 yên bombardimanê ne û 2 ji wan yên Su-35 in ku balafirên jet yên şer in. Balafirên Amerîkayê yên F-22 nakevin radarê û radar wan nabîne.