Amerîka: Pistgiriya me dê berdewam be
PeyamaKurd- Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, bi rêya daxuyaniyekê da zanîn ku di vê pêvajoyê de fikirên wan bi gelên Tirkiye û Suriyeyê re ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê alîkariya wan, ji bo Tirkiyeyê berdewam be.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel da zanîn ku ji ber erdheja ku navenda wê li Mereşa Bakurê Kurdistanê bû û bandora xwe li 10 bajarên bakur û Tirkiyeyê, her wiha li rojava û Suriyeyê jî kir, berdewam be.
Patel ji Ajansa Anadoluyê re axivî got, "Fikirên me di vê demê de ligel gelên Tirkiye û Suriyeyê berdewam in."
Vedant Patel diyar kir ku ew piştgiriya dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên wekî av, xwarin û lênihêrîna bijîşkî û her wiha xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dikin û got, " Ev mijarek e ku em ê bi kûrahî pê ve girêdayî bin."
Patel bal kişand ku ew ê bersivê bidin hewcedariyên Tirkiyeya ku yek ji mutefîqên wê yên herî girîng ên NATOyê ye û wiha got: "Em ê her tiştê ku ji destê me were em ê bikin, rasterast bi hikûmeta Tirkiyeyê re bi rêya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên sivîl re bixebitin. Em ê alîkariyên krîtîk ên ku hewcedariya gelên li welêt niha heye, bidin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin