Joe Biden: Amerîka dê li ser pistgiriya Iraqê berdewam be

27 July 2021 09:59
Joe Biden: Amerîka dê li ser pistgiriya Iraqê berdewam be

PeyamaKurd –  Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê li Washingtonê civiyan. Biden li Koşka Spî, di dema pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de diyar kir: “Amerîka dê li ser piştgiriya Iraqê berdewam be.” Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî di civînê de daxwaza welatê xwe derbirî ji bo pêşxistina hevkariya di navbera Amerîka û Iraqê de.

Serokê Amerîkayê Joe Biden da zanîn: “Dê rola Amerîka hebe di rûbirûbûna DAIŞê de li Iraqê.”

Joe Biden qala pêwendiyên di navbera her du welatan de jî kir û eşkere kir: “Hevahengiya Amerîka û Iraqê di rûbirûbûna DAIŞê de berdewam dibe.”

Derziya dijî vîrusa Koronayê jî di rojeva Biden de bû û bi gotina wî, “Amerîka bilez derziya Korona dişîne Iraqê.”

Herwiha Serokê Amerîkayê amaje bi şerê dijî DAIŞê û bandora xerab li ser Iraqê kir û destnîşan kir: “Iraqiyan qurbaniyên zêde dane” û tekez jî kir: “Şerê DAIŞê ji bo seqamgiriya Iraqê ye.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî daxwaza welatê xwe derbirî ji bo pêşxistina hevkariya di navbera Amerîka û Iraqê de.

Mistefa Kazimî tekezî li ser girîngiya hevbeşiya Iraq û Amerîkayê kir û got, hevbeşiya di navbera herdu welatan de “stratejîk e û em dê pêş bixin.”

Herwiha Kazimî bibîr jî xist: “Amerîka alîkara Iraqê bû di têkbirina DAIŞê de” û diyar kir: “Em bi hevahengiya di navbera Amerîka û Iraqê de kêfxweş in.”

Amerîka û Iraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û hat eşkerekirin: “Tekezî li ser girîngiya peywendiyên stratejîk ên demdirêj ên her du welatan hat kirin.”

Xalên sereke yên daxuyaniya hevbeş bi vî awayî ne:

-Amerîka pabend dibe bi piştevanîkirina Iraqê

-Iraq dê pabend be bi parastina şandên dîplomatîk

-Heta dawiya îsal ti hêzeke şerker a Amerîkayê li Iraqê namîne

-Amerîka rêz li serweriya xaka Iraqê digire

-Tekezî li ser girîngiya pêwendiyên stratejîk ên demdirêj ên her du welatan hat kirin

-Binkeyên Hevpeymanan bi temamî di bin kontrola Iraqê de dibin

-Hevpeymanan bi temamî rêz li yasayên Iraqê digirin