Amerîka tevdîrên koronayê heta 8ê hezîranê dirêj dike
PeyamaKurd - Li Washingtona paytexta Amerîkayê tevdîrên dijî vîrusa korona heta 8ê Hezîranê dirêj kirin.
Şaredarê Washingtonê Muriel Bowser dîyar kir ku ger idi 14 rojan de rêjeya haletên tûşbûna vîrusa koronayê kêm bibe ew dikarin berî 8ê Hezîranê jî bo karên aborîyê destûrê bidin.
Li Washingtona paytexta Amerîkayê heta niha 6 hezar 584 kes bi vîrusa koronayê ketine û 350 kesan jî ji ber wê nexweşiyê jîyana xwe ji dest dane. Bowser da zanîn ku ew hejmar her çiqas geşbîniyê çêdikin jî ew hîn nehatine asta jiyana asayî.
Koşka Spî ji eyaletan dixwaze ku ew bo karên aboriyê destûrê bidin, lê pisporên tendirustiyê dibêjin ku divê tevdîrên dijî vîrusa koronayê bi dawî nebin. Eyaletên Virginia û Maryland, ku cîranên Washingtona paytext in, hin karên aborî destpê kirin, lê gelek cîhên nêzî Washingtonê hîn jî girtî ne.
Piranîya karmendên dewletê xebatên xwe ji mal didomînin.
Doktorê Kongresê Brian Monahan ji endamên Kongresê xwestibû ku maskeyan bidin rûyên xwe, mesafeya xwe bi qasî du metreyan biparêzin û hejmara xebatkaran kêm bikin.
Civata Nûneran ji Adarê vir ve bi piranî girtî ye û endamên wê jî dê bo pejirandina paketeke nû ya ser vîrusa koronayê roja Înê vedigerin Kongresê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin