Amerîka wê di 2020an de 18 hezar penaberan qebûl bike

28 September 2019 10:55 0 dîtin
Amerîka wê di 2020an de 18 hezar penaberan qebûl bike

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku di sala 2020an de ewê 18 hezar penaberan qeûl bike. Di dîroka modern ya Amerîka de ew hejmar ya herî hindik e.

Wezareta Derve dîyar kir ku bo zêdetir penaber werin qebûl kirin divê berê barên ser sîstema koçberîyê siviktir bibin.

Di kontenjana nû de dê 4 hezar kes ji Îraqê,  5 hezar kes ji kêmîneyên olî û 1500 jî ji Honduras, Guatemala û El Salvadorê bin.

Serokê Amerîkayê  Donald Trump di sala 2017an de dest bi kar kiribû kontenjana penaberan daxitibû 50 hezar kes. Ew hejmar di sala 2018’an daket 45 hezaar kes û di sala 2019’an de jî daket 30 hezarî kes.