Amerîka 40 hezar servanên din perwerde bike
PeyamaKurd - Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford ragihand ku biryar hatiye dayîn li Sûriyê hêzeke din a 40 hezar leşkeran were perwerdekirin.
Dunford piştî daxuyaniyên perwerdekirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyakirin ku dê li rojhilatê Sûriyê hêzeke din a 40 hezar kesan were perwerdekirin û wan ev biryar ji ber hebûna çeteyên DAIŞê li rojhilatê Sûriyê wergirtiye.
Sererkanê Amerîkayê li ser hejmara leşkerên Amerîkî yên li rojhilatê Sûriyê ti zanyariyek neda, lê got ku niha ti planeke wan a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin