Amerîkayê dîmenên perwerdeya servanên HSDê belav kir
PeyamaKurd – Hêza Hevgirtî ya Operasyonên Taybet (CJTFOIR) a bi pêşengiya Amerîkayê li dijî rêxistina terorî DAIŞê hatiye avakirin, li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenên perwerde û operasyonên hevbeş a ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) belav kir.
Di peyama ku li ser medya civakî hatiye belavkirin de, namzedên komando 3yê Tebaxê li Sûriyê jûreke terorê paqij dikin û hêzên CJTFOIRê wekî beşeke dansala perwerdeya havînê HSDê perwerde dikin.
Heman dîmen û wêne li ser hesabên medya civakî yên HSDê jî hatin belavkirin ku li gorî nûçeyên beriya niha hatibûn parvekirin, Amerîkayê di nav çend mehên dawî de 700 şervanên piraniya wan ereb di nav HSDê de perwerde kirine.
Norwegian soldiers with #TFViking maintain proficiency on their M4A1 Carbines to preserve skills critical to a squad’s firepower. #CJTFOIR and its partners remain united and resolved to prevent the resurgence of Daesh and its extremist ideology #DefeatDaesh #OneMissionManyNations pic.twitter.com/OvpxW2AkyX
— Inherent Resolve (@CJTFOIR) September 11, 2019
Li gor zanyariyan piştî rêkeftina herêma ewle ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de jî li şûna Eyn Îsa û Til Ebyedê êdî perwerdehî li kampên rojhilatê Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
Tê diyarkirin ku perwerdeya îdeolojîk ji aliyê HSDê ve bo wan şervanan tê dayîn, lê perwerdehiya leşkerî jî li gorî daxuyaniyên Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ji aliyê rahênerên Amerîkî ve tê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin