Amerîka wê leskerên Rûman perwerde bike û Tirkiye bertekê nîsan da
PeyamaKurd – Amerîka biryara perwerdekirina leşkerên Rûman da û li ser mijarê Tirkiyê bi tundî nerazîbûna xwe aşkera kir. Heftya borî jî Amerîka ambargoya ser Kibris a Rûman rakiribû û Tirkiye li ser mijarê aciz bû bû.
Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê perwerda taybet û hevkar çawa ji bo welatên ku endamên Varşovayê bûn dide, niha wê ji bo Kibris a Rûman bide û Rûman xist nav bernama xwe. Li ser mijarê wezîrê bergiriyê yê Rûman Haralambos Petridis razîbûna xwe ji bo sitendina nav bernama perwerdê ragihand û weha got:
“Gavekî girîng ku hevkariya stratejîk ya ku bi artêşa Amerîka re kûr bike, hat avêtin. Wê hevkariya me daîma pêşde here.”
Buroya Parastina netewî ya New Jerseyê ya Pentagonê ji bo hevkariya leşkerî bi Rûman re bike, seredanê kir. Pentagon jî qebûl kir. 7 endamên kongra Amerîkayê destekê dan bernamê ku di nav wan de serokê komîta têkiliyên derve Bob Menendez heye. Hêzên Parastina Netewî li seranserê dinyayê bi 85 ciyan hevkariya wan heye û li 6 herêmên erdnîgariyê birêxistinin.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser mijarê daxwuyanîyê da û tevlîkirina Rûman ya nav bernamê şermezar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin