Swêd dê leskerên Ukraynayê perwerde bike
PeyamaKurd- Ji Wezareta Berevaniya Swêdê hat ragihandin ku ji bo leşkerên Ukraynayê werin perwerdekirin, ew ê perwerdekaran bişînin Îngîltereyê.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê Peter Hultqvist ve hat dayîn de hat ragihandin ku Swêd dê perwerdekaran bişîne Îngîltreyê da ku perwerdehiyê bidin hezên çekdar ên Ukraynayê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê ji 120 perwerdekaran, 60 jê di 12’ê Tebaxê de ji bo perwerdehiyê derbasî Îngîltereyê bibin.
Wezîrê Berevaniyê Hultqvîst da zanîn ku bernameya perwerdehiyê dê heta 31’ê Berfanbarê bidome. Wezîrî bi berdewamî got,
“Têkoşîna welatan a ji bo serweriya welatên xwe û ji bo tayînkirina çarenûsa xwe girîng e. Di vê çarçoveyê de piştgirîdayîna Ukraynayê jî gelek erênî ye. Tevlîbûna Swêdê ya vê xebatê jî gelek girîng e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin