Leskerên Ukraynayê, li wî welatî perwerdehiya tanqan dibînin
PeyamaKurd- Piştî banga Amerîkayê ku Brîtanyayê jî piştgiriya tanqan da Ukraynayê, hat diyarkirin ku leşkerên tanqan ên Ukraynayê, ji bo dîtina perwerdehiya bikaranîna tanqên tîpa Challenger 2, çûne Brîtanyayê.
Wezareta Berevaniya Brîtanyayê, di daxuyaniya xwe ya di derbarê destpêkirina perwerdehiya tanqan de ragihand û got,
"Leşkerên tanqên Ukraynayê, ji bo destpêkirina perwerdehiyê ya ji bo şerê xwe yê berdewam ê li dijî Rusyayê, hatin Brîtanyayê. Brîtanya ligel welatên hevkarên cîhanî, dê tanqên Challenger 2 bide Ukraynayê ku dê hêza piştevaniya navneteweyî ya ji bo Ukraynayê nîşan bide."
Brîtanya, yek ji wan welatan e ku herî zêde piştgiriya leşkerî dide hêzên Ukraynayê yên li dijî Rusyayê. Rêveberiya Londonê jî ragihand ku ew ê li dijî êrîşên Rusyayê, 14 tanqên Challenger 2 bişînin Kievê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin