Ukraynayê termên 563 leskerên xwe vegerandin welat

08 November 2024 18:47 0 dîtin
Ukraynayê termên 563 leskerên xwe vegerandin welat

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku termên 563 leşkerên ukraynî yên li Rûsyayê hatine vegerandin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Biryargeha Dîlên Şer a Ukraynayê, 563 termên leşkerên ukraynî ji Rûsyayê hatine vegerandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, termên 320 leşkeran ji Donetskê, yê 89 leşkeran ji Bahmutê û yên 154 leşkeran jî ji morgên nav axa Rûsyayê hatine anîn.