Amerîkayê biryara xwe da | Li dijî Îranê Patrîot û mosekên balîstîk bicih dike

12 March 2020 15:44 0 dîtin
Amerîkayê biryara xwe da | Li dijî Îranê Patrîot û mosekên balîstîk bicih dike

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Kenneth McKenzie ragihand ku wan biryar daye ku pergalên parastina hewayî Patritotan bişînin Iraqê.

Fermandarê CENTCOMê General Kenneth McKenzie di civîna Komîteya Hêzên Çekdar ya Civata Nûneran de gotarek pêşkeş kir û got:

“Ji bo ku em xwe ji êrîşeke muhtemel ya Îranê biparêzin pergalên parastina hewayî û sîstemên parastina moşekan yên antî balîstîk dişînin Iraqê.”

Pentagonê jî berî çend rojan dabû xuyakirin ku ji bo ew hêzên xwe biparêzin hewl didin destûrê ji hikûmeta Iraqê bigirin da ku sîstemên parastina hewayî Patriotan li Iraqê bi cih bikin.

Şeva borî jî di êrîşên moşekî yên bi ser baregeha Taj a Iraqê de, 2 leşkerên Amerîkî û leşkerekî Brîtanî hatibûn kuştin û hejmarek jî birîndar bûbûn.