Îranê dijî biryara Amerîkayê name ji Guterres re sand: Dê encamên wê hebin...
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf li dijî biryara Amerîkayê ya ku Pasavanên Şoreşa Îranê xistiye nav lîsteya terorê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Konseya Ewlekariyê ya NYyê re şand.
Li gor medya Îranê Zerîf di nameyê de wiha got: “Komara Îslamî ya Îranê vê tevgera bêbingeh û alozkar a neyartiya dewletekê dike, şermezar dike. Herwiha ji bo aştî û ewlehiya herêmî û navdewletî jî wekî tehdîdekê dibîne.”
Di nameyê de rêveberiya Washingtonê bi tundî hat rexnekirin û tawanbarkirin û gef li Amerîkayê hat xwarin ku dê encamên vê biryara wan hebin.
Cewad Zerîf di nameyê de daxwaz ji Guterres dike ku nameyê wekî belgeya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biweşîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin