Amerîkayê ji bo baregeha Rûsî ya Qamislo bertek nîsan da...

15 November 2019 21:21 0 dîtin
Amerîkayê ji bo baregeha Rûsî ya Qamislo bertek nîsan da...

PeyamaKurd - Berpirsekî leşkerî yê Amerîkî bertek nîşana hewlên avakirina baregeheke Rûsî li balafirgeha Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê da.

Berpirsê leşkerî yê Amerîkî ji medya Amerîkayê re daye xuyakirin ku haya Amerîka ji agahiyên derbarê avakirina baregeha Rûsî li Qamişloyê heye û wiha got: “Amerîka bi niyet e li bakur û rojhilatê Sûriyê bimîne û şerê xwe yê li dijî DAIŞê jî dewam bike.”

Wî berpirsî herwiha daye zanîn ku ji bo herdu welat rastî hev neyên, ew di nava têkiliyê de ne.

Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihandibû ku wan li bajarê Qamişlo dest bi avakirina baregehekê kirine û dîmenên baregehê û helîkopterên leşkerî hatibûn weşandin.

Dîplomatê Rûsî Vladîmîr Fro-lov jî li ser mijarê ji ajansa Reutersê re gotibû: “Emê vê baregeha piçûk ji bo operasyonên Rusya yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar bînin. Lê dema ku Amerîka bi temamî xwe ji Sûriyê vekişand, dibe ku ji bo operasyonên Rusya yên li Rojhilatê Firatê jî bi kêrî me were.”