Rojava | Amerîkayê li Qamislo sêyemîn baregeha xwe ava kir
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li London a paytexta Brîtanyayê ye, ragihand ku sêyemîn baregeha hêzên Amerîka li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin.
Ajansa Alman DPAyê nûçeya xwe spartiye SOHRê û ragihandiye, baregeha nû ya Amerîkayê li 4 km bakurê rojavayê Qamişlo û nêzîkî dawiya pîstên balafirgeha Qamişlo û gundê Tel Farisê hatiye avakirin.
Herwiha SOHRê diyar kiriye ku ji ber gef û êrîşên milîsên îranê, Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe ji nû ve li zeviya petrolê ya el-Omer ku dikeve gundewarên Dêrazorê bicih kirine.
Li ser teqînên vê sibehê ku ajansa Sûrî SANAyê wekî êrîşa fuzeyan dabû jî hatiye diyarkirin ku ew teqîn ji ber tetbîqateke hevpeymaniyê hatine bihîstin ango ti êrîşek li wan nehatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin