Ji Amerîkayê bertek bo bikaranîna S-400ên rûsî: Em hêvî dikin Erdogan têbigihe...

07 October 2020 14:47 0 dîtin
Ji Amerîkayê bertek bo bikaranîna S-400ên rûsî: Em hêvî dikin Erdogan têbigihe...

PeyamaKurd – Piştî ku Tirkiyê biryar da pergalên moşekî yên parastina asmanî yên Rûsyayê S-400an li bajarê Sînopê biceribîne, Amerîkayê bertek nîşan da û metirsiyên xwe anî ziman.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ji ber îhtimala ceribandina S-400an gelekî bi fikar in û diyar kir, “Ew dijderketina kirîna S-400an ji aliyê Tirkiyê ve berdewam dikin. Em ji ber agahiyên ku wê Tirkiye S-400an bikar bîne xwedî fikarên kûr in.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku derxistina Tirkiyê ji bernameya F-35an nîşaneya cidîbûna Amerîkayê ye di vê mijarê de û car din hat dubarekirin ku kirîna S-400an di pêwendiyên NATO-Tirkiyê de astengeke mezin e

Herwiha hat gotin ku ew hêvî dikin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û rayedarên bilind ên ligel wî helwesta Washingtonê têbigihin.