Reuters: Amerîkayê pêsniyar li Tirkiyê kir ku S-400ên Rûsî bide Ukraynayê

20 March 2022 11:37 0 dîtin
Reuters: Amerîkayê pêsniyar li Tirkiyê kir ku S-400ên Rûsî bide Ukraynayê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîka ji Tirkiyê re pêşniyar kiriye, sîstema berevaniya asmanî S-400ên ku ji Rûsyayê kirîne û bûye sedema dorpêçan û derxistina ji bernameya F-35an bide Ukraynayê.

Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre çavkaniyên xwe yên rêveberiya Amerîkayê, berpirsên Amerîka bi awayekî ne fermî ji berpirsên Tirkiyê re pêşniyar kirine, sîstema berevaniya asmanî S-400 bide Ukraynayê.

Hatiye diyarkirin ku ev pêşniyar di destpêka vê mehê de di serdana Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman bo Tirkiyê de, bi kurtî hatiye gotûbêjkirin.

Rêvebiriya Biden ji hevalbendên xwe xwestibû ku alav û pergalên ku Rûsyayê çêkirine, di nav de S-300 û S-400 jî bikar tînin ku wan bidin Ukraynayê, ji bo bi wan çekan rûbirûyî êrîşa Rûsyayê bibe.

Rayedarên Tirkiyê li ser vê pêşniyara Amerîkayê ya ne fermî heta niha ti daxuyanî nedane.

Li gorî medya Amerîkî heger Tirkiye S-400an bide Ukraynayê, wê Tirkiye ji nû ve bikeve nav bernameya balafirên F-35 ku beriya niha jê hatibû derxistin û Amerîkayê li ser firotina F-16an bo Tirkiyê jî biryar nedabû.