Reuters: Amerîkayê parvekirina zanyariyên îstixbarî bi Tirkiyê re rawestand

05 February 2020 18:40 0 dîtin
Reuters: Amerîkayê parvekirina zanyariyên îstixbarî bi Tirkiyê re rawestand

PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan Reutersê ragihand ku Amerîkayê pêwendiyên xwe yên parvekirina îstixbaratê ligel Tirkiyê, piştî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê rawestandiye ku beriya wê li dijî tevgerên PKKê agahî didan Tirkiyê.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Amerika bi destpêkirina êriîa li ser Serêkaniyê û Girê Spî re pêwendiyên xwe yên hewalgiriyê (îstixbaratî) bi Tirkiyê re dane rawestandin.

Rayedarên Amerikî ji ajansê re wiha gotine: "Ligel Tirkiyê bernameyeke hewalgirîya leşkerî hebû, lê bi tevî êrişa li ser Serêkaniyê û Girêspî wan ev bername rawestandiye."

Hêjayî gotinê ye, bernameya hevkariya îstixbarî ya Tirkiye û Amerîkayê ji bo operasyonên Tirkiyê yên bi ser PKKê de dihat bikaranîn.