Talebanî: Nûnertiya Amerîkayê roleke bi bandor di gihandina zanyariyên rast de lîstiye
PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, îro Yekşemê di yekemîn panela Konferansa Nûnertiyên Herêma Kurdistanê yên Derve ya bi navê “Pêgeha Siyasî ya Herêma Kurdistanê di Hikûmeta Iraqa Federal de, Derfet û Kêşe” de axivî.
Qubad Talebanî got: “Bêguman nûnertî girîng in û dikarin roleke bi bandor bilîzin, hem ji bo bihêzkirina pêwendiyên siyasî di navbera Herêma Kurdistanê û welatên ku ew lê ne, hem jî ji bo bihêzkirina pêwendiyên aborî, çandî û yên din.”
Qubad Talebanî diyar kir: “Ev konferans girîng e ji bo nûnerên me zêdetir ji rewşa Herêma Kurdistanê agahdar bin û herwiha hemahengiya baştir li gel wezaret, parêzgar û saziyên Herêma Kurdistanê ava bikin.”
Talebanî destnîşan kir: “Di dema şerê rizgarkirina Iraqê de, Kurd xwedî roleke berçav bûn di şer de û nûnertîya Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê kariye roleke gelek bi bandor di gihandina zanyariyên rast bo hikûmeta Amerîkayê de bilîze.”
Qubad Talebanî bibîr xist: “Niha rewş cuda ye ku nûnertiya Amerîka li vir heye û nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li Amerîkayê heye. Lewma girîngiya vê pêwendiyê ew e ku nûnerên me bilez me ji rewş û siyaseta Amerîkayê agahdar bike.. Divê nûnerê me jî peyamên me bigihînin û wan têbigihînin ku Kurdistan di bin çi zext û metirsiyê de ye û ew derfetên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê çi ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin