Qubad Talebanî serdana Kormorê kir: Wê êrîs ti bandorê li ser hilberîna gazê çêneke
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî êrîşa sêyem a milîsên Îranê, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ligel Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Samanên Sirûştî bi wekalet û berpirsên din ên ewlekariyê şevê din serdana kêlgeha gazê ya Kormorê kir û bi berpirsên kompanyaya Dana Gas re civiyan.
Nivîsgeha Qubad Talebanî ragihand, di civîna ku Birîkarê Wezareta Samanên Sirûştî amade bû de, behsa bandora êrîşa moşekî li ser firehkirina kêlgeha Kormorê ya gazê hate kirin.
Qubad Talebanî dilniyayî da ku ew kar ji bo parastina karmendên di nava kêlgehê de dikin û ew wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi aliyên pêwendîdar ên Iraqê re di pêwendiyê de bin, ji bo rê li ber êrîşên bi vî awayî bigirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civîn dilniyayê dide welatiyên Herêma Kurdistanê ku ev êrîş dê ti bandora wan li ser berhemanîna gaza xwezayî û gaza şil û pêwîstiyên welatiyan nake.
Hêjayî gotinê ye, di nav hefteyekê de 3 caran êrîş li ser kêlgeha gazê ya Kormorê hate kirin ku êrîşa dawî 25ê Hezîranê hatibû kirin, lê ti ziyaneke canî û madî bi xwe re neanîbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin