Ji Qubad Talebanî peyama bo êrîsa PKKê ya ser Pêsmergeyên Kurdistanê!
PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yek ji berpirsê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî, bi peyamekê êrîşa PKKê ya şehîdkirina Pêşmerge li Metînayê şermezar kir û wekî bûyereke ditezîn a bûye sedema nîgeraniyê nirxand.
Qubad Talebanî bil kişand şerê navbera aliyên Kurdî yên heyamên berê û daxwaz kir, hemû alî bi awayekî berpirsiyarane û bi yekrêzî tevbigerin û Herêma Kurdistanê li hember hemû metirsî û gefan biparêzin.
Talebanî bal kişand ser ku Kurd heta niha jî bedelê şer û aloziyên navbera Kurdan û birakujiyê didin û heger berdewam bike, bêguman ev dê bibe sedema têkçûn û windahiyeke mezintir bo kurdan û xwest arîşeyên heyî yên navbera kurdan bi berpirsiyarane bêne çareserkirin.
Di dawiyê Talebanî sersaxî bo kesûkarên Pêşmergeyên şehîd xwest û hêviya başbûna bilez bo birîndaran xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin