Amerîkayê ji bo Tirkiye û Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
PeyamaKurd – Piştî erdheja mezin a hefteya borî, Amerîkayê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku "demildest deng bide" da ku alîkariyên zêdetir di ser Tirkiyeyê re ji Bakurê Sûriyeyê re bên şandin.
Neteweyên Yekbûyî ji sala 2014an ve tenê bi destûra Konseya Ewlekariyê dikare bi rêya Tirkiyeyê alîkariyê ji bi milyonan gelê Bakurê Sûriyeyê re bişîne. Niha li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê tenê deriyê sînor ji bo alîkariyê tê bikaranîn.
Li gor nûçeya Reutersê Nûnera Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield got, "Niha her saet girîng e. Pêdiviya gelên li herêmên mexdûr bi alîkariya me heye."
Thomas-Greenfield got, "Em nikarin wan têk bibin. Divê em demildest dengê xwe bidin banga Neteweyên Yekbûyî ya ji bo gihandina alîkariyên mirovî di deriyên sînor ên din re weke biryarekê. Divê em bi lez û bez tevbigerin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin