Amerîkayê tundiya dijî xwepêsanderan sermezar kir û daxwaza çaksaziya bilez kir
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê bi daxuyaniyekê tundûtujiya dijî xwepêşanderan şermezar kir û ji hikûmet û aliyên siyasî xwest, bi awayekî cidî bersiva welatiyan a çaksaziyê bidin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêveberiya Washingtonê bi girîngî li rewşa Iraqê dinêre û bi hemû karînên xwe ve piştîvanîya asayîşa Iraqê û pêşketina Iraqê dike ku li dijî komên tundrew ên qesta serwerî û demokrasiya Iraqê dikin, berevanîya gelê xwe dike.
Di berdewamê de hat xwestin, li demeke ku cîhan çavdêrîya bûyerên Iraqê dike, dema wê yekê hatiye ku hikûmet û serkirdeyên sîyasî yên wî welatî bilez û cidî bersiva hewelatîyan bidin ku çaksazîyê dixwazin û hat destnîşankirin ku bi şikandina vîyan û îradeya gelê Iraqê ti ayîndeyek nabe.
Balyozxaneya Amerîkayê herwiha kuştin, revandina xwenîşanderên sivîl, gefkirina li azadîya derbirinê û berdewamîya tundûtujîyên Iraqê şermezar kir û got, pêwîste Iraqîyên azadîxwaz bi serê xwe biryara xwe ya derbarê pêşeroja welatê xwe bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin