Amûdê | Depoyeke sotemeniyê teqiya, 2 kesan can dan û 3 kes jî birîndar bûn

20 July 2023 10:36 0 dîtin
Amûdê | Depoyeke sotemeniyê teqiya, 2 kesan can dan û 3 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd Li Amûdê agir bi mala welatiyekî ket û di encamê de depoyeke sotemeniyê teqiya, 2 kesan can dan  û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li Amûdê agir bi mala welatiyekî bi navê Abid Şemşolî ket û di encama şewatê, ji malbata Şemşolî 2 kesan can dane û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Hat eşkerekirin, heta niha sedema pêketina agir nehatiye zanîn.

Herwiha piştî agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristaniya Amûdê li cihê bûyerê amade bûn û ji bo kontrolkirina agir dest bi xebatan kirin.

Hat eşkerekirin, tîmên tenduristiyê yên piştî agahdarkirinê çûn cihê bûyerê jî birîndar birine nexweşxaneyê û niha di bin çavdêriya pizîşkan de ne.