Analîza Erdogan bi gotinên balkês ên Foreign Policy!
PeyamaKurd – Di kovara Foreign Policy ya li Amerîkayê hat weşandin de, analîzek hat kirin û tê de amaje bi wê yekê hat kirin, ger Serokomar Erdogan di hilbijartinê de têk biçe, zehmet e ku meriv bifikire wê bi xêr û xweşî dev ji desthilatdariya xwe berde.
Di kovara Foreign Policy de analîzek derbarê hilbijartinên Tirkiyê de hat weşandin. Di analîzê de hat gotin, zehmet e ku meriv bifikire ger Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinê de têk biçe, ew ê bi xêr xweşî dev ji desthilatdariyê berde.
Froeign Policy, “Eger serokek li Tirkiyê di hilbijartinan de têk biçe wê çi bibe? Wî analîzek bi navê "Kes Nizane" weşand. Di analîza ku ji aliyê Reuben Silverman ve hatiye îmzekirin de, hat destnîşankirin, li Tirkiyeyê ti Serokkomar bi wendakirina hilbijartinê re neçar ma kursiya xwe terk bike. Silverman bal kişand ku piştî desthilatdariya 20 salan Erdogan ji ber polîtîkayên xwe yên aborî yên 'neasayî' û erdhejê desteka hilbijêran wenda kir û got, zehmet e mirov bifikire ku Erdogan têkçûneke muhtemel bi xweşî pêşwazî bike.
Di analîzê de, îhtîmala wendakirina Erdogan a di hilbijartinê de û derbasbûna demokrasiya pirpartîtî ya sala 1950î de şibandine hev, hat bibîrxistin, Partiya Demokrat a ku piştî CHPê hat ser desthilatdariyê, dest danî ser milkên CHPê.
'Îhtîmala darizandinê heye'
Di gotarê de bal hat kişandin ser îhtimala ku Erdogan kursiya xwe wenda bike wê bê darizandin. Di analîzê de hat îdiakirin, ji bo pêşî li 'ev tirsa' ya Erdogan û encamên wê bê girtin, wê guncav e ku mûxalefet weke hilbijartinên herêmî bi diyarkirina stratejiyeke 'erênî' helwesta xwe nîşan bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin