AP: Amerîka bo rûbirûbûna Îranê 20 hezar serbaz disîne Rojhilata Navîn
PeyamaKurd - Ji ber zêdebûna asta êriş û gefên Îranê, Amerîka serbazan Rojhilata Navîn. Li gor ajansa Associated Press(AP) di vê heyamê de zêdetir ji 20 hezar serbazên Amerîkî ji bo Rojhilata Navîn hatine şandin.
Tevî soza Donald Trump, Serokê Amerîkayê bo vegerandina serbazên Amerîkî bo welatê wan, General Frank McKenzie, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, hêzên vê dawiyê bo ‘maweyeke kêm’ çûne navçeyê.
Li gor zanyariyên APyê, hejmara hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn ji meha Gulana 2019an, ji nêzikî 60 hezar serbazan bo zêdetir ji 80 hezar serbazan zêdetir bûye. Ev jî tevî wê ye ku Serokê Amerîkayê du car soz dabû ku ew dê hêzên Amerîkî vegerînin welatê wan û dawî li şer bînin.
McKenzie: Hêzên ser bi Îranê ve hîn jî metirsî ne
McKenzie êrişa sala derbasbûyî ya hêzên nêzikî Îranî bo ser Siûdiyê weke ‘cihê matmayînê’ bi nav kir û got jî, hêzên ser bi Îranê ve hîn jî metirsî ne.
General McKenzie amaje bi wê jî kir di gotara xwe ya bo serbazên Amerîkî de, “Xwendina Îranê gelek dijwar e, ez vê rastiyê dibêjim ku pirs bo maweyekê aram bûne û ev jî nayê wê wateyê ku ber bi baştir ve biçin.”
Hejmara hêzên Amerîkî li welatên Rojhilata Navîn
Li gor ajansa APyê hejmara hêzên Amerîkayê li welatên Rojhilata Navîn, li Kuwêtê 16 hezar, li Behreyn 13 hezar, li Efxanistanê 13 hezar, li Qeterê 13 hezar, li Iraqê, 6 hezar, li Kendava Fars 6 hezar, li Îmaratê 5 hezar, li Deryaya Sor 4 hezar, li Urdinê 3 hezarî li Siûdiyê 3 hezar, li Sûriyê 700 û li Umanê 600 serbazên Amerîkayê hene.
Di heyama derbasbûyî de û bi taybetî piştî kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran ve, girjî û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê gihiştine lûtkeya bi şêweyek ku rasterast êrişî hev bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin