Artêsa Fransa: Li Deryaya Sor 2 dronên Hûsiyên hatin xistin
PeyamaKurd - Sserfermadariya artêşa Fransayê ragihand ku îro roja Yekşemê 10ê Kanûnê, keştiyeke şer a Fransayê li Deryaya Sor 2 drdnên ku ji beravên Yemenê ber bi wanê ve dihatin xistin xwar.
Serfermandariyê da xuyakirin, keştiya şer (Languedoc) a li Deryaya Sor xwedî gelek erkan e û şeva berî 2 dron xistine xwarê.
Hêjayî gotinê ye, rêxistina Ensarullah El Hûsî ya Yemenê ku Îran piştevaniya wê dike, hişyarî dabû keştiyên kompaniyên bazirganîyê ku ji bo hevkariya Îsraîlê bikin ji ser Deryaya Sor derbas dibin û gefa lêdana wan xwaribû.
Herwiha Hûsiyan dabû xuyakirin ku wan biryar daye hemû keştiyên bi rêya Deryaya Sor û Deryaya El Ereb derbasî Îsraîlê dibin, bikin armanca xwe.
Berî niha jî Hûsiyan ji ber şerê li Xezzeyê gefa lêdana hemû keştiyên ala Îsraîlê li ser wan e xwaribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin