Artêsa Ukrayna: 16 dronên Îranî hatin xistin

14 July 2023 18:11 0 dîtin
Artêsa Ukrayna: 16 dronên Îranî hatin xistin

PeyamaKurd – Artêşa Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê careke din bi dronên Îranê êrîş kiriye û 16 dronên Îranî ji aliyê sîstemên berevaniya asmanî ve hatine xistin.

Di daxuyaniya Hêzên Asmanî yên Ukraynayê de hatiye gotin, artêşa Rûsyayê careke din bi bikaranîna dronên Îranî yên Şahid-136, êrîş kiriye ser çend deverên li başûrê Ukraynayê ku wan bersiva êrîşê daye û ji 17 dronan 16 hatine xistin.

Welatên Rojavayê di şerê Ukrayna de, Îranê bi alîkariya Rûsyayê û bi taybet jî dayînan dronên întixarî tohmetbar dikin û herî dawî NATOyê di daxuyaniya lûtkeya serokan de daxwaz ji Îranê kir bi ti awayî alîkariya Rûsyayê li dijî Ukraynayê neke.