Artêsa Ukrayna: 12 fuzeyên Kalîbr li ezman hatin îmha kirin
PeyamaKurd – Artêşa Ukraynayê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de Rûsyayê 20 êrîşên moşekî li ser xaka wan pêk aniye ku 12 fuzeyên Kalîbr jî ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya Ukraynayê ve hatine îmha kirin.
Di daxuyaniya sererkaniya Ukraynayê de hatiye gotin ku Rûsyayê herwiha 62 êrîşên asmanî jî pêk anîne û 4 dronên Şahed ên Îranî jî hatine bikaranîn ku hemû hatine têkdan. Hate diyarkirin ku di êrîşan de hin kargehên binesaziya sivîl ruxiyane.
Li gorî daxuyaniya sererkaniya Ukraynayê, di nav 24 demjimêrên dawî de, di navbera hêzên Ukrayna û Rûsyayê de zêdetirî 30 rûbirûbûnên şer çêbûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin