‘Artêsa Iraqê nikare bêyî Pêsmerge navçeyên Kurdistanî biparêze’

28 April 2020 17:49 0 dîtin
‘Artêsa Iraqê nikare bêyî Pêsmerge navçeyên Kurdistanî biparêze’

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad pêwîstiya bicihkirina hêzeke hevbeş a ji Pêşmerge û artêşa Iraqê pêk tê, bo navçeyên Kurdistanî anî ziman û got, hêzên Iraqê bi tenê,  nikarin kontrola wan navçeyan bikin. 

Beşîr Hedad piştî êrîşa îro ya xwekujî li Kerkûkê bi daxuyaniyekê ragihand, zêdebûna kiryarên terorî yên çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê bi giştî, li bajarê Kerkûkê û dorûbera wê bi taybetî, wê rastiyê disepîn e, ku hêzên Iraqê bi tenê, nikarin kontrola wan navçeyan bikin û runiştvanên wan biparêzin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê bal kişand ser ku danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo bicîkirina hêzeke hevbeş ji hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, qonaxeke baş derbas kiriye û pêwîst e, ew danûstandin ji nû ve destpê bikin û hêzek hevbeş li wan navçeyan ji bo parastina war û malên welatiyan were bicihkirin.