Fermandarê Pêsmerge: Artêsa Iraqê nikare valahiyê ewlehiyê tije bike
PeyamaKurd – Fermandarê fermandariya Kerkûkê yê Hêzên Pêşmerge Lîwa Heme Rêgir li ser êrîşa DAIŞê ya şeva borî terorîstên DAIŞê li navçeya Zurgezraw a eniya Pirdê ku 2 Pêşmerge şehîd bûn ragihand, hêzên Iraqê nikarin valahiya ewlehiyê nikarin tije bikin û rê nadin hêzên Pêşmerge wê valahiyê tije bikin.
Ferm0andarê fermandariya Kerkûkê yê hêzên Pêşmerge Lîwa Heme Rêgir gotiye: “Ew cihê ku şeva borî êrîşa DAIŞê li ser hêza Pêşmerge lê pêk hatiye, navçeya Zrugezrawe ye ku dikeve rojavayê nehiyeya Pirdê û navçe devereke berfirehe û dest dide ku rêxistina terorîst a DAIŞê xwe lê rêxistin bike û çalakiyên terorîstî bike û car caran êrîşî hêzên ewlehî û xelkê jî dikin.”
Fermandarê Pêşmerge da zanîn: “Diyar e artêşa Iraqê şiyanê wê yekê tine navçeyê kontrol bike. Ew DAIŞiyên li navçeyên bin desthilata hikûmeta Iraqê ve tên û artêşa Iraqê ne wê valahiya ewlehiyê tije dike û ne jî derfet ji hêzên Pêşmerge re dide Pêşmerge valahiyê tije bike, ku ew bûyerên nayên xwestin rû nedin.”-++-

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin