Hedad: Hêzên Iraqê bêyî Pêsmerge nikarin herêmên Kurdistanî biparêzin
PeyamaKurd - Cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad ji ber şehîdbûna 4 hemwelatiyên Kurd li gundê Çexmaxê ya ser bi Dubisê got, hêzên Iraqê nikarin kontrola wan navçeyan bikin û divê hêzeke hevbeş a Pêşmerge û artêşê bihevre biparêzin.
Beşîr Hedad di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin, “Em bo beşdarî li serxweşiya wan çar hemwelatiyên şehîd bibin hatine û serdana birîndaran me kir. Bi navê encûmena nûnerên Iraqê ve me gehand kesûkarên wan re em radigehînin ku emê vê bûyerê lêkolîn bikin û me ji lijneya asayîş û berevaniyê ya parlamentoyê re jî ragehandiye lêkolînên bi hûrgilî derbarê bûyerê de bikin.”
Hedad got: “Herwekî tê zanîn çend roj berî bûyerê wek li Xurmatû û berê jî li cîheke din pêkhatiye û dibe ku ev ne bûyera dawiyê be. Rewş dest dide bûyerên wisa pêkbên. Ji be rem wek encûmena nûneran dubare dikin ku lêkolînên bi hûrgilî emê bikin û peyvendiyê bi hikûmeta Iraqê re jî bikin û aliyên peyvendîdar li wezaretên berevaniyê û navxwe jî erkdar bikin ku berpirsyartiya wan karane bigrin ser xwe.”
Beşîr Hedad diyar kir, “Divê ew du wezaret rêçareyekê diyar bikin bo dubare nebûna wan karane û bi nêrîna me navçeyên pirsgirêk li ser û bi taybet Kerkûk û derdora wê bi hêzên ewlehiya Iraqê ve nayên kontrol kirin û jiyana hemwelatiyan nayê parastin. Ji ber ev gelek care bûyerên waha pêktên. Li gor me çareserî ew e hêzeke hevbeş ji Pêşmerge û hêzên ewlehiya Iraqê vegerin bo navçeyê, ku xelk jî ji parastina asayîşa xwe piştrast bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin