Artêsa Îsraîlê: Me zêdetirî 200 deverên Xezzeyê bombebaran kir
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê piştî agirbest û navbera mirovî ya 7 rojan ku îro 1ê Kanûnê bidawî bû, ragihand ku wan li Xeta Xezzeyê zêdetirî 200 dever bombebaran kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku îro beyaniyê ji 07:00an ve wan dest bi êrîşên bejahî, asmanî û deryayî kiriye û bakurê Xezzeyê jî di nav de, li Xan Yûnis û Refahê jî binkeyên Hemasê hatine hedefgirtin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan zêdetirî 200 êrîş pêk anîne û binkeyên Lîwayên Qesamê yên baskê leşkerî yê Hemasê hatine armanckirin.
Li aliyê din çavkaniyên Xezzeyê ragihandine ku di êrîşên îro de 109 filîstînî hatine kuştin û hejmarek zêde kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin