Artêsa Tirk gundekî li Kanî Masî topbaran kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê artêşa Tirkiyê gundekî Kanî Masî bi hinceta hebûna PKKê topbaran kir.
Rêveberê Nehiya Kanî Masî Serbest Sebrî ragihandiye topxaneyên Tirkiyê baregehên PKKê yên li derdora gundê Hirûrê yê bi ser nehiya Kanî Masî ya li navçeya Amêdiyê de bombebaran kir.
Serbest Sebrî ji K24ê re daye xuyakirin; îro yekşemê 28ê Mijdara 2021ê ji demjimêr 11:00ê ve topxaneyên Tirkiyê dest bi bombebarankirina baregehên PKKê yên li derdora gundê Hirûrê yê ser bi nahiya Kanî Masî ya li navçeya Amêdiyê kiriye.
Rêveberê Nehiya Kanî Masî Serbest Sebrî destnîşan kir ku li gundê Hirûrê niha zêdetirî 70 mal hene û derdora wî hemû daristan in, car caran şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de li wê deverê rû dide.
Sebrî eşkere kir; ji ber bombebaranên Tirkiyê zirar û ziyan digihîje xelkê gund, lê belê di bombebarana îro de heta niha zirar negihîştiye can û malê kesekî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin