Li Kanî Masî ji ber serê PKK-Artêsa Tirk 11 hezar donim bax û bostan sewitîn
PeyamaKurd - Ji ber şerê navbera çekdarên PKKê û artêşa Tirkiyê, 16 gund li devera Kanî Masî li qezaya Amêdiyê vala bûn.
Rêveberê Bajarokê Kanî Masî Serbest Sebrî ji K24ê re ragihandiye, di nav du mehên borî de ji ber şerê navbera çekdarên PKKê û bombebarankirina artêşa Tirk, zêdetirî 11 hezar donim zevî û baxçeyên welatiyan şewitîne û ziyaneke mezin gihîştiye deverê.
Serbest Sebrî diyar kir, 16 gundên deverê rastî ziyaneke mezin hatine û zevî û baxçeyên gundan şewitîne û li gor pêşbîniyên destpêkî, zêdetir ji 6 milyar Dînar ziyan gihîştiye cotkarên deverê.
Herwiha li gor zanyariyan ji heyama kêmtir ji 2 mehan, 7 gundên wê deverê ji ber şerê PKKê û artêşa Tirkiyê vala bûne û çend welatî jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin