Artêsa Tirk gundên Qurnan û Mêrgeresê yên Biradostê dîsa topbaran kir

27 July 2020 16:37 0 dîtin
Artêsa Tirk gundên Qurnan û Mêrgeresê yên Biradostê dîsa topbaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro beriya nîvro topxaneya artêşa Tirkiyê careke din bi hinceta hebûna PKKê gundên Qurnan û Mêrgereşê yên devera Biradostê ku bi ser bajaroka Sîdekanê ve ye, topbaran kir.

Rêvebirê Nehiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihandiye ku topxaneya Tirkiyê îro berî nîvro careke din gundê Qurnan û Mêrgereşê topbaran kirin.

Çelebî got, di topbaranê de ziyanên canî çênebûne, lê di encama topbaranê de agir bi dar û daristanên navçeyê ketiye û heta niha jî nehatiye vemirandin.

Rêvebirê Nehiya Sîdekanê gotiye, PKK û Tirkiyê ew dever kirine meydana şer û yekalîkirina pirsgirêkên xwe û xelkê sivîl baca wî şerî dide.

Li gorî zanyariyên Rêvebirê Nehiya Sîdekanê, heta niha  ji 264 gundên Sîdekanê, 118 gund vala bûne û nehatine avadankirin û metirsî li ser 20 gundên din jî heye ku vala bibin.