Artêsa Tirkiyê karwaneke din a cebilxaneyan sand sînorê Sûriyê

12 July 2019 18:40 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê karwaneke din a cebilxaneyan sand sînorê Sûriyê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê karwaneke wesayîtên leşkerî ku cebilxane û hejmarek leşker tê de bûn ber bi sînorê Sûriyê ve bi rê kir.

Karwana leşkerî ya tije cebilxane ku bi TIRan ji bajarê Kilîsê hat birêkirin, ji ser navçeya Elbeylî ya Rihayê derbasî sînorê Sûriyê bû.

Li gorî zanyariyan TSKê ew karwanên leşkerî bo teqwiyeya hêzên xwe yên li sînorê Riha-Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin şandine.

Tê ragihandin ku van demên tawî liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirkiyê li dor sînorên bajarên Rojavayê Kurdistanê zêde bûye ku di medya Tirk de nirxandinên ser îhtimala destwerdana leşkerî bo herêmên kontrola hêzên Kurdî tên kirin.