Artêsa Tirkiye li Efrînê 2 baregehên nû ava dike
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirkiye ji bo avakirina du baregehên din ên leşkerî dest bi xebatan kiriye.
Çavkaniyekî taybet ji nava Efrînê ragihandiye ku artêşa Tirkiye blokên betonê veguhestine deriyên Xezawiyê û Dêr Belût ên Efrînê ku ji bo avakirina du baregehên nû dest bi xebatan kirine.
Hêjayî gotinê ye, çekdarên Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) deriyên Dêr Belût û Xezawiyê û Efrînê xistine kontrola xwe û herwiha ber bi herêmên Ezaz, Bab û Cerablusê ve jî pêş de çûne.
Deriyê Dêr Belût di navbera Idlib û Efrînê de ye, deriyê Xezawiyê jî dikeve aliyê rojavayê Helebê yê herêma Efrînê.
Li gorî çavkaniyên herêmê artêşa Tirkiye van herdu baregehên nû bi mebesta kontrolkirina ketin û derketina nav Efrînê ava dike ku niha di bin kontrola HTŞê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin