Artêsa Tirkiyê li Sûriyê li baregehên rejîmê xist

12 February 2020 23:14 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê li Sûriyê li baregehên rejîmê xist

PeyamaKurd- Artêşa Tirkiyê li rojavayê bajarê Helebê, bi roketan li baregehên rejîmê xist. Roketên ÇNRA yê ku Tirkiye bi wan li baregehên rejîmê xist, bi vîdeoyên xwe ketin ser laperên çapemeniyê. Serokê AKP û Tirkiyê Erdoğan, îro di civîna partiya xwe de ragihandibû ku wê tawîzê nedin êrîşên rejîma Sûriyê û weha got:

“Eger yek zerarekî bigihê leşkerên me yên li noqteyên çavdêriyê, nema em ê xwe gor lihevkirina Soçiyê ya li ser Idlibê xwe bigrin û em ê li her derê, li hêzên rejîmê bixin.”