Asayîsa Kurdistanê qatilê Bexdayê desteser kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku qatilê dayik û du xwişkên xwe ku sê roj berê li Bexdayê ew kuştibûn, li Herêma Kurdistanê ji aliyê Asayîşa Kurdistanê ve hat desteserkirin.
Roja Sêşema borî dayîkek û du keçên wê li taxa El-Kazimiye ya bakurê Bexdayê hatibûn kuştin ku hêzên ewlekarîya Iraqê kurê dayika kuştî bi bûyerê tohmetbar kiribûn.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê eşkere kir, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 10ê Mijdarê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re axivîye û jê re gotiye tawanbar hatiye girtin.
Hat diyarkirin ku ew tohmetbar ji aliyê hêzên asayişa Herêma Kurdistanê ve hatiye desteserkirin.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê berdewamiya hevkarî û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê di warên curbicur de bilind nirxand û ragihand ku di asta bilind de encamên erênî bidest xistine û girtina tohmetbar jî peyameke zelal a asta hevkariya di navbera hemû aliyên ewlekarî yên Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin