Asayîsa Hewlêrê qatilê malbata ji Rojavayê Kurdistanê desteser kir

04 October 2019 18:53 0 dîtin
Asayîsa Hewlêrê qatilê malbata ji Rojavayê Kurdistanê desteser kir

PeyamaKurd - Asayîşa Hewlêrê li ser bûyera kuştina hemû endamên malbateke ji Rojavayê Kurdistanê li gundê Pîreşê yê Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û tê de got, tohmetbarê êrîşê hatiye desteser kirin.

Doh (03.10.2019) li nêzikî gundê Pîreş ê ser bi Hewlêrê ve, termê jin, mêr û sê zarokan ji aliyê hêzên asayîşê ve hatibûn dîtin.

Asayîşa Hewlêrê ragihand, li ser bûyerê ragihand ku di encama lêkolîn û komkirina belgeyan ji aliyê tîmên taybet yên birêveberiya Asayişa Hewlêrê ve, kesê tawanbar di demeke kurt de hatiye tesbîtkirin û desteser kirin.

Asayişa Hewlêrê eşkere kir, lêkolînên destpêkî û îtîrafên kesê girtî ku navê wê Ferîdon Kerêm Remezan e, xuya kirin ku êvara roja 2yê vê mehê, ew tawanbar bi kuştina tevaya endamên wê malbatî rabûye ku 5 kes bûn ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û nişteciyên gundê Pîrreş ê Hewlêrê bûn.

Li gor daxuyaniya Asayişê, Ferîdon Kerîm Remezan, di destpêkê de bavê zarokan Besam Hisên Resûl bi guleyan dikuje, piştre hevjîna wî ya bi navê Solîn Mihemed Nezîr dikuje, herwiha hersê zarokên wan Hisên yê 11 salî, Ruşka ya 7 salî û Mihemed yê 5 salî dikuje.

Asayîşa Hewlêrê da zanîn ku lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in û dê di demek nêzîk de agahiyên berfirehtir ji raya giştî re werin eşkere kirin.