Avakirina Iraqê bi 87 mîlyar dolarî dibe mal

12 February 2018 18:46 0 dîtin
Avakirina Iraqê bi 87 mîlyar dolarî dibe mal

Hukumeta Iraqê di konferansa Kuweytê de ragihand ku avakirina Iraqê wê bi 87 mîlyar dolarî li ser wan bibe mal.

Hukumeta Iraqê got ku di şerê li dijî DEAŞê de, welat seranser xerab bûye û bo pêdiviyên bingehîn û avahiyan ji nû de avabikirn, pêdivî bi 87 mîlyar dolarî heye.

Ragihandin ji aliyê musteşarê wezîrê plandanana Iraqê, ji aliyê Kuzey Abdulfettah de, di konferansa Kuweytê de hat kirin. Abdulfettah ragihand ku di dema kurt de pêdivî bi 22 mîlyar dolarî û bo wextê navçe û dirêj pêdivî bi 65 mîlyar dolarê dinê jî heye. Tiştên ku herî pêdivî pê heye xanî ne.

Li bajarê Mûsilê tenê 11 hezar û 500 xanî xerab bûne û xaniyên ku hinek xesarê dîne 35 hezar in. Bajarê dinê ye ku tê de zêde şer çêbûye û xerab bûye Fellûce ye û li dora 40 hezar xanî xerab bûne an kes nikare di wan de bimîne.