Di nav mehekî de Iraqê bi 11 mîlyar dolarî petrolê firot derve

02 April 2022 23:49 0 dîtin
Di nav mehekî de Iraqê bi 11 mîlyar dolarî petrolê firot derve

PeyamaKurd – Wezareta petrolê ya Iraqê ragihand ku Iraqê di nav meha sibatê de di ser 100 mîlyon varêlê de petrolê firotiye derveyê Iraqê. Wezîr di ragihandina xwe de miqdarê petrolê 100 mîlyon û 563 hezar varêl ragihand.

Wezaretê ragihand ku bihayê wê petrolê dike 11 mîlyar û 70 mîlyon dolar û di nav 50 salên dawiyê de miqdarê herî zêde ye ku Iraqê petrolê îxrac kiriye derve. Li gor rêjeyên wezareta petrolê ya Iraqê; rojane 3 mîlyon 244 varêl petrolê firotiye derve.

Sedema firotina petrola Iraqê bi miqdarekî zêde, ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê ye ku bihayê petrolê zêde bûye.